Daxûyaniya HDP bereberê êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê
Konseya navenda ya partiya Demokratîke gelan( HDP) li daxûyaniyekê bal kişand ser derketina hêzên artêşa Emerîkayê ji Serêkanî û Girêspiyê û hitmala êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser van navçana û nivîsî: Tirkiye diçe ku bikeve nav bîreke kûr.
Li gorî rapora Kurd Pressê, konseya navendî ya partiya Demokratîka Gelan( HDP) li daxûyaniyekê bal kişand ser derketina hêzên artêşa Emerîkayê ji serêkanî û Girêspiyê û hitmala êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser van navçana bal kişand ser vê yekê ku Tirkiye diçe ku bikeve nav bîreke kûr ku binê wê diyar nîne û diyar kir: Pêkanîna pêvajoyeke demokratîk û muzakira ku hemî aliyên sûrî bigre ber xwe bo kutakirina qeyrana navxweyî ya Sûriyê pêwîst e.
Gefa herî mezin a vê pêvajoyê jî mudaxila eskerî ye. Loma plana êrişa eskerî ya hevalbendiya partiya Dad û Geşepêdanê( AKP), partiya Tevgera Neteweyî( MHP) ser rojhilata Firatê kiryareke pir şaş û bi talûke ye.
Di dewama vê daxûyaniyê hatiye: Ev kiryara, hewldana bo avakirina Rejîma demokratîk bo parastina yekperçetiya erdê vî welatî nîne.
Ev kiryara opersyona li erdên Sûriyê û hewldana bo guherîna nijyara demografîk a vî welatî ye, bi xwe mudaxila eskerî û armancên mudaxileyeke bi vî rengî, binpêkirina eşkere ya qanûnên navneteweyî ye.
Gelê bakur û rojhilata Sûriyê ku bona rawestana li ber DAIŞ`ê bi dehan hezar gorrî dane cardinê bereberê alozî û gefê de ne.
Ne tenê kurd belkî xelkê ereb, tirkmen, soryanî, êzdî, ... ku li navçê dijîn li ber gefê ne. Sûç û guherîna nijyara demografîk ên hêzên ser bi Erdogan li Efrînê û Şehbayê tam zelal e. Niha jî hew didin vê siyasetê li hemî navça bakurê Sûriyê cih bînin. Dewsa kemberê erebî ku li sala 1970`an zayînî pêk hatibû, niha jî hevalbendiya AKP-MHP hewl dide kemberê selefîşop-cîhadî li navçê ye.