CHPê têkildarî êrişa ser bakura Sûrîyê: Hêzên mezin Tirkiyê bikar tînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309061-chpê_têkildarî_êrişa_ser_bakura_sûrîyê_hêzên_mezin_tirkiyê_bikar_tînin
Berdevkê CHPê derbarê ihtimala operasyona Tirkiyê dijî bakur û rojhilata Sûrîyê de da xûyakirin ku hêzên mezin ên cîhanê Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe weke maşe bikar tînin û ragihand: “Ji bo aştî vegere Sûriyê, rêya herîkurt di navbera Enqere û Şamê de ye.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2019 14:44 Asia/Tehran
  • CHPê têkildarî êrişa ser bakura Sûrîyê: Hêzên mezin Tirkiyê bikar tînin

Berdevkê CHPê derbarê ihtimala operasyona Tirkiyê dijî bakur û rojhilata Sûrîyê de da xûyakirin ku hêzên mezin ên cîhanê Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe weke maşe bikar tînin û ragihand: “Ji bo aştî vegere Sûriyê, rêya herîkurt di navbera Enqere û Şamê de ye.”

Berdevkê CHPê Faik Oztrak derbarê pêşhatên nû yên derbarê  bakur û rojhilata Sûrîyê de û gefên Tirkiyê bo encamdana êrîşeke serbazî li dijî wê herêmê ragihand ku ew ji destpêka krîza Sûriyê ve dibêjin bila xwe tevlî qobî û hezeka Rojhilata Navînê neke.

Faik Oztrak wiha axivî: “Me ji wan re got peywendiyên xwe ligel Sûriyê baş bikin. Me pirsî çima leşkerên me li ser axa welatekî din şehîd dibin. Ji bo aştî vegere Sûriyê, rêya herî kurt ya di navbera Enqere û Şamê de ye.”

Berdevekê CHPê herwiha diyar kir ku hêzên mezin ên cîhanê Tirkiyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û got: “Hêzên desthilatdar Tirkiyê weke maşeyê bikar tînin.”

Serokomarê Tirkiyê di nûtirîn daxûyaniya xwe de piştî pêwendiya telefonî ya ligel Serokomarê Amerîkayê Donald Trump, îro Duşemê ragihand, “hêzên Amerîkayê dest bi vekişînê kirine” û diyar kir, ew dê li gor plana xwe derbasî nav bakur û rojhilata Sûrîyê bibin.