YE`yê derbarê êrişa ser bakura Sûrîyê de Tirkîye hişyar kir
YE`yê derbarê êrişa ser bakura Sûrîyê de Tirkîye hişyar kir.
YE'yê di daxûyanîyekê de Tirkîye derheq lidarxistina her cure opêrasyoneke leşkerî li bakura Sûrîyê hişyarî kir.
Di wê daxûyanîya YE'yê de hatîye: Bi dû gotinên rayedarên Enqere û Waşîngtonê têkildarî alûgurên li herêmê divê bê gotin ku dilgiranîyên Tirkîyê derbarê bakura Sûrîyê de rewa ne lê bijareya leşkerî ne rêya nehîştina wan dilgiranîyan e.
Amerîkayê hêzên xwe yên leşkerî yên li ser sînorê navbera bakura Sûrîyê û Tirkiyê, ji du xalên çavdêriyên yên li Girê Spî û Serê Kaniyê vekişandine. Fermandariya Giştî ya HSD`ê jî vekişandina hêzên Amerîkayê piştrast kiriye.
Koşka Spî jî îro daxuyaniyek belav kir û têde ragihandiye, di demeke nêzîk de Tirkiye wê operasyoneke serbazî li bakurê rojhilatê Sûriyê dest pê bike.
Di daxuyaniya Koşka Spî de hatiye gotin ku hêzên Amerîkayê beşdarîyê di operasyona Tirkiyê de nakin û alîkariya wê nakin, hevdem astengiyê jî ser rêya wê operasyonê dernaxin.