Nîşangeha Pirtûkan a Amedê bi dawî hat
Çirî 06, 2019 14:18 Asia/Tehran
Heftemîn Nîşangeha Pirtûkan a Amedê ku bi pişkdarîya 145 weşanxanan ji wan 25 weşanxanên Kurdî ku ji hefteyekê berî niha ve destpê bûbûn, îro bi dawî hat.
Heftemîn Nîşangeha Pirtûkan a Amedê îsal hat lidarxistinê û hejmara kesên seredanker anegorî sala buhurî sedî 50 zêde bû.
Heftemîn Nîşangeha Pirtûkan a Amedê îsal bi hevkarîya Koma Nîşangehên TUYAP û Yekitîya Weşankarên Tirkîyê hat lidarxistinê û di çend rojên buhurî de 220 nivîskar, helbestvan û nîgarkeş weke mêvanên taybet tê da pişkdar bûn.
Di heft rojên ku Heftemîn Nîşangeha Pirtûkan a Amedê vekirî bû de, zêde ji 200 hezar kesî seredana wê kir û firotina pirtûkan anegorî sala buhurî sedî nêzî 50 û sedî 60 jorda çû.