Destpêbûna kempêyna HDP bo hîndekariya zimanê kurdî li navçên curbicur ên Tirkiyê
Partiya Demokratîka Gelan a Tirkiyê(HDP) bona geşatî û berfirehkirina zimanê kurdî, kempêyna hînkirina bi zimanê dayîkê destpê kir.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, HDPê di çarçveya kempêyna xwe de bo hînkirin û geşatiya zimanê kurdî û kempêyna hîndekariya bi zimanê dayîkê dil heye di yekem pêngava xwe de li kombûnên ku bona protestokirina jikardûrxistina şaredarên kurd cih tê, kûrsên hîndekariya bi zimanê kurdî li dar xîne.
Ev kempêyna ji aliyê civata zimanê kurdî, kongra demokratîka Gelan ( DTK) û partiya navçên Demokratîka Tirkiyê( BDP) hatiye piştgirîkirin û HDP bi awayê sembolîk dê hîndekariya zimanê kurdî li van civînan li dar xîne.
Şerefxan Cizîrî, berdevkê Civata zimanê kurdî li Tirkiyê bal kişand ser vê kempêynê û got: Ev kiryara pir giring e.
Zimanê kurdî divê li hemî berûlayên jiyanê were bikaranîn. Em divê zimanê kurdî berfireh bikin. Eva nayê wateya dijberiya li hember zimanên din. Hemî ziman hêjayî axiftinê û cihê rêz û hurmerê ne û divê em ji mafê axiftina bi zimanê kurdî behreyê wer bigrin.