Teqzkirina Emerîkayê ser domandina plana avakirina navça ewleh li bakurê Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309022-teqzkirina_emerîkayê_ser_domandina_plana_avakirina_navça_ewleh_li_bakurê_sûriyê
Wezîrê berevaniyê Emerîkayê dibêje Tirkiye û Emerîka divê hertim ser cihanîna plana navça ewleh bisekinin ku riya herî baş bo çareserkirina meselê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 13:43 Asia/Tehran
  • Teqzkirina Emerîkayê ser domandina plana avakirina navça ewleh li bakurê Sûriyê

Wezîrê berevaniyê Emerîkayê dibêje Tirkiye û Emerîka divê hertim ser cihanîna plana navça ewleh bisekinin ku riya herî baş bo çareserkirina meselê ye.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Tirkiyê bal kişandiye  ser vê yekê ku ji cihanîna plana avakirina navça ewleh razî nîne, loma gef xwariye ku her gavekê diqewime operasyona eskerî li dijî kurdên Sûriyê destpê bike.

Lê Mark Espêr, wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê teqez kir ku riya herî baş bo çareserkirina pirsgirêka Tirkiyê û welatê wî li bara navçên bin kontrola kurdên Sûriyê şopandina  plana avakirina navça ewleh li bakurê Sûriyê an bi qewlê wî, pêkanîna  mekanîzma ewlehiyê li navçên bin kontrola kurdên Sûriyê ye.

 Malpera Wezareta Berevaniyê ya Emerîkayê raghand ku Mark Espêr li bersiva pirsekê li bara dewama gefên Tirkiyê li dijî kurdên Sûriyê gotiye ku  niha hemî hewldan ser praktîzekirina plana avakirina mekanîzma ewlehiyê li sînorên bakurê Sûriyê ne.

 Wî teqez kiriye ku  li gotûbêja bi Hulisî Akar, wezîrê berevaniyê yê Tirkiyê re teqez kiriye ku divê bo cihanîna  avakirina  mekanîzma  ewlehiyê hewl bidin.

 Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê cihanîna  hin qonaxên avakirina  navça ewleh mîna avakirina  navenda operasyona hevpar, cihanîna  geştên hevpar ên hewayî û bejahiyê û kiryarên din ên hevpar xist bîra Tirkiyê û teqez kir ku  ev riya  rêçareya herî baş bo hemî aliyan e û her du alî niha şûnde divê hûrgiliyên zêdetir ên planê hilkolin.

 Wezîrê berevaniyê yê Emerîkayê teqez kir ku ji hevtayê xwe yê tirk re gotiye ku  riya herî baş bo cihanîna  plana  navça ewleh li navçên  di bin kontrola kurdan e û Tirkiyê jî divê ser vê planê bisekine.

  Wî bersiva vê pirsê ku gelo ger êrişa Tirkiyê ser kurdan cih were , hêzên emerîkî  dê ji bakurê Sûriyê derkevin an na?  nebersivandiye.