Topxana artêşa Tirkiyê ji bo êrişa ser kobanê kete rewşa amadetiyê
Li gor nûçeyên belavbûyî ji aliyê çavkaniyên herêmî artêşa Tirkiyê li nêzkiya Kobanê li bakura Sûriyê bera topênxwe dane vî bajarî û amade ne wê topbaran bikin.
Li gor Kurdpressê çend saetan piştî gefên serokomarê Tirkiyê Erdogan li dijî kurdên Sûriyê û diyarkirina vê yekê ku şerê li dijî rojhilata Firatê bi zûtî wê despê bike, çavkaniyên herêmî diyar kirin ku artêşa Tirkiyê li nêzkiya Kobanê li bakura Sûriyê bera topênxwe dane vî bajarî û amade ne wê topbaran bikin.
Wêne û fîlmên belavbûyî ji aliyê Haber 7 a Tirkiyê ji sînorê Sirûçê li parêzgeha Rihayê jî nîşan didin ku topên artêşa Tirkiyê ji bo êrişê ser Kobana kurdên Sûriyê amade bûye.
Herwiha hewldanên artêşa Tirkiyê ji bo çêkirina çeper û sengeran jî li ser sînorê bakura Sûriyê û deverên kurdên vî welatî despê bûne û artêşa tirk amadeye ji bo telîmat û destûrê Erdogan.
Herwiha çavkaniyên ewlehiyê jî dibêjin Bargeha 20 ya zirihî ya artêş Tirkiyê li parêzgeha rihayê xwe amade dike bona çûna ser sînorê Sûriyê.