Li Amedê 15 endamên HDPê hatin binçav kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i309008-li_amedê_15_endamên_hdpê_hatin_binçav_kirin
Li Amedê bajarê mezin ê kurdan li Tirkiyê, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin ku beşdarî helmeta komkirina îmzeyan dijî qeyuman bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 06, 2019 09:14 Asia/Tehran
  • Li Amedê 15 endamên HDPê hatin binçav kirin

Li Amedê bajarê mezin ê kurdan li Tirkiyê, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin ku beşdarî helmeta komkirina îmzeyan dijî qeyuman bûne.

Partiya Demokratîka Gelan (HDP), bi armanca şermezarkirina dûrxistina şarederan û danîna qeyuman, li gelek deveran dest bi çalakiya komkirina îmzeyan kir.

Li gor agahiyan, parêzgariya Batmanê rê nade îmze bên komkirin û li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê jî, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin ku îmze kom dikirin.

Lêpirsîn li gel wan kesên hatine binçavkirin, li rêveberiya Ewlekariyê berdewam e.