Li Amedê 15 endamên HDPê hatin binçav kirin
Çirî 06, 2019 09:14 Asia/Tehran
Li Amedê bajarê mezin ê kurdan li Tirkiyê, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin ku beşdarî helmeta komkirina îmzeyan dijî qeyuman bûne.
Partiya Demokratîka Gelan (HDP), bi armanca şermezarkirina dûrxistina şarederan û danîna qeyuman, li gelek deveran dest bi çalakiya komkirina îmzeyan kir.
Li gor agahiyan, parêzgariya Batmanê rê nade îmze bên komkirin û li navçeyên Rezan û Yenîşehîrê yên Amedê jî, 15 endamên HDPê hatin binçavkirin ku îmze kom dikirin.
Lêpirsîn li gel wan kesên hatine binçavkirin, li rêveberiya Ewlekariyê berdewam e.