Sirri Sureyya Onder hat berdan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308972-sirri_sureyya_onder_hat_berdan
Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sureyya Onder hat berdan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2019 05:28 Asia/Tehran
  • Sirri Sureyya Onder hat berdan

Parlamenterê HDPê yê berê Sirri Sureyya Onder hat berdan.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder, ku duh Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, derbarê wî de biryar dabû ku mafên wî hatine binpêkirin, îro dadgeha herêmî jî biryara berdana wî da.

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê di derbarê parlementerê berê yê HDPê Sirri Sûreyya Onder de, ku gotibû mafê wî yê azadiya xwe-îfadekirinê hatiye binpêkirin, ew duh hat berdanê.

Dadgeha Destûrê ya Tirkiyê tohmetbarkirina parlamenterê HDPê yê berê Sirrî Sureya Onder bi “propagandaya ji bo rêxistina terorê” û sepandina cezayê 3 sal û 6 mehên girtîgehê bi ser wî de, ji ber axaftineke wî ya sala 2013 a di mîtînga Newrozê de li Kazilçeşmeyê red kir û ragihand, mafê azadiya axavtinl yê Onder hatiye binpêkirin.

Onder ji 6ê Kanûna 2018an ve bi tohmeta propagandaya ji bo rêxistina terorê hatibû girtin û li zînadana Kandira ya parêzgeha Kocaeliyê girtîbû.