Tivdîra Erdogîn jibo serketina di hilbijartinên serokomartîya Tirkîyê de
Çavdêrekî meseleyên sîyasî yên Tirkîyê got: Serokomarê wî welatî Receb teyîb Erdogan jibo serketina di hilbijasrtinên bê yên serokomartîyê de plankarî kirîye.
Ligorî rapora Radyoya Tirkîya Istenbolî ya Îranê, Çavdêrê Mesleyên Sîyasî yên Tirkîyê Ebdulrehman Şad derbarê plana Serokomarê wî welatî Receb Teyîb Erdogan a daxistina asta dengên pêwîst jibo bijartina Serokomarê Tirkîyê de got: Vê gavê bi daketina ihtimalî ya dengên AKP û xetera serneketina wê partîyê di hilbijartinan de, careka din şexsê Serokomar bi berçavgirtina taybet a pêşerojê bi dû rêçareyekê jibo wê pirsgirêkê ye.
Wî herwiha got: Serokomarê Tirkîyê dilgiranê hevalbendbûna partîyên curbicur di hilbijartina bê ya serokomartîyê de ye. Lewma careka din meseleya daxistina asta pêwîst a dengan jibo bijartina serokomar li vî welatî hilêxistîye.
Ebdulrehman Şad herwiha got: Heke berbijarê AKP di hilbijartina bê de nekare zêde ji nîvê dengan bi dest bixe, wê demê dewr û qonaxa duyem jibo wê partîyê yê gellekî bitaluke be. Di wê rewşê de partîyên dijber dikarin bi sazkirina hevalbendîyê dengên çend partîyan bo berbijarekî bi dest bixin.
Ligorî qanûna bingehîn a Tirkîyê, berbijarê ku di hilbijartinên serokomartîyê de sedî 50 +dengekî bi dest bixe, dikare weke serokomar were hilbijartinê û heke di dewr û qonaxa yekem de hîç berbijarek nekare wê astê bi dest bixe, du berbijarên ku dengên herîzêde bi dest xistine di dewr û qonaxa duyem de divê bikevin rikberîyê û di dawîyê de berbijarê ku dengên herîzêde bidest bixe, weke serokkomar tê nasandinê.