Tirkîyê derheq Navça Aram gef li Amerîkayê xwarin
Çirî 04, 2019 05:37 Asia/Tehran
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê di peywendîya têlêfonî ya digel hevpostê xwe yê amerîkî de ragihand ku heke Waşîngton di avakirina Navça Aram li bakura Sûrîyê de sistîyê bike, Enqere yê hevkarîya di vî warî digel Amerîkayê de rawestîne.
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akar di peywendîya têlêfonî ya şeva buhurî digel hevpostê xwe yê amerîkî Mar Esper de got: Tirkîye bi dû wê ye ku li rojhilata Firatê navçeyeke aram bi beratîya 30 kîlomêtran damezirîne.
Wî pêgirî kir: Heke derengîyek di demajoya avakirina Navça Aram de pêk were, Enqere dê hewildan û gerreçavdêrîyên hevpar digel Waşîngtonê bi dawî bîne.
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê herwiha ji Amerîkayê xwest ku piştgirîya ji YPG li Sûrîyê bi dawî bîne.