Dadgeha Tirkiyê cezaya parlementerekî berê yê HDPyê pûç kir
Çirî 03, 2019 15:16 Asia/Tehran
Dadgeha Yasaya Bingehîn a Tirkiyê cezaya parlementerekî berê yê HDP`yê pûç kir.
Dadgeha Yasaya Bingehîn cezaya Parlementerê berê yê HDPyê Sirri Sûreyya Onder pûç kir û tê çaverêkirin ku ew were berdan.
Sirri Sureyya Onder di sala 2013ê di merasima Newroza Stenbolê de axaftinek kiribû. Ji ber wê axaftinê bi bangeşeya bo PKKyê hatibû tohmetbarkirin û ji bo wî sê sal û nîv cezaya zindanê hatibû dayîn. Onder nêzikê salekê ye li Girtîgeha Kocaeliyê ye.