Hevserokê HDP: Iqtidara sîyasî ya Tirkîyê bi dû alozkirina Sûrîyê ye
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di axavtinekê de ji ber sîyasetên Tirkîyê yên himberî Sûrîyê rexne kir û got: ''Iqtidara sîyasî ya Tirkîyê bi dû alozkirina Sûrîyê ye.''
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di civîna fraksyona wê partîyê li Parlimana Tirkîyê de amajeyî meseleya bakura Sûrîyê kir û got: ''Di warê pêngavên jibo aştî û dêmokirasîyê li Sûrîyê, Kurdistana Sûrîyê mînakeke gellekî girîng e. Tevî vê yekê iqtidara sîyasî ya Tirkîyê dewsa ku wan fêm bike dest bi gefan dijî wan dike lê em peyama iqtidara sîyasî ya Tirkîyê ya şêrr qebûl nakin. Heta heke kesê wê peyamê dide Serokomar be, ev Parlimana ser bingeha hizra aştîyê li welêt û cîhanê hatîye avakirinê.''
Hevserokê HDP di dewama axavtina xwe da amajeyî danîna sergêrran dewsa Şaredaran jî kir û got: ''Rêjîm û sîstema Qeyyûman, rêjîmeke faşîstî ye. Lewma me peyamek jibo hemî civaka Tirkîyê heye, sergêrr tenê jibo Amed, Mêrdîn û Wanê nehatine kivşkirinê. Jibo hemî Tirkîyê hatine kivşkirinê. Sîyaseta danîna sergêrran sîyaseta berçavnegirtina vîna gel di hilbijartinan de ye.''