Derbarê Leyla Guven de lêpirsîn hat destpêkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308870-derbarê_leyla_guven_de_lêpirsîn_hat_destpêkirin
Serdozgeriya Komarî ya bajarê Amedê, di derbarê parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven de, dosyeyek amade kiriye û dê ew dosye ji bo parlamentoya Tirkiyê bê şandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2019 13:02 Asia/Tehran
  • Derbarê Leyla Guven de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarî ya bajarê Amedê, di derbarê parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven de, dosyeyek amade kiriye û dê ew dosye ji bo parlamentoya Tirkiyê bê şandin.

Derbarê parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven de lêpirsîn hate destpêkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Amedê, bi tometa ku di gotareke xwe ya li bajarê Amedê de, propagandaya terorê kiriye, dosyeyek di derbarê wê de amade kiriye û dê ew dosye ji bo parlemena Tirkiyê bê şandin.

Li gorî îdiayên Serdozgeriya Komarî ya Amedê, Leyla Guven di dema nerazîbûnên li hemberî danîna qeyûman de, roja 11ê Îlonê li Amedê gotarek daye û di wê gotara xwe de gotiye, ku dê şer her berdewam be û tevlîbûna ciwanan a bo nava rêzên PKKê jî dê her hebe.

Guven di gotara xwe ya 11'ê Îlonê de bi tundî siyaseta danîna qeyûman rexne kiribû û gotibû, qeyûm ji aliyê Tifaqa AKP-MHPê ve hatine danîn û tekez kiribû, yên ku zilmê li Kurdan dikin û bi wê yekê hewl didin, li ser piyan bimînin, dê têk biçin.

Leyla Guvenê di beşeke din a axaftina xwe de diyar kiribû, ku sedema şer HDP nîne, lê belê ew hişmendiya ku pirsa Kurd çareser nake, ew sedema şer e.

Guvenê wiha gotibû: “Sedema şer ne HDP ye. Yê ku şer derdixe ne HDP ye. Yê ku şer derdixe ew hişmendî ye ku pirsa Kurd çareser nake.