Piştgiriya Partiya Yekitiya Mezin ji êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê
Mustefa Destçî, serokê Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê û nunerê Enqerê li parlemana Tirkiyê di hevdîtina bi serokkomarê vî welatî li bara piştgiriya tam a vê partiyê ji êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê agahî da.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Receb Teib Erdogan serokkomarê Tirkiyê duh li destpêka karê sêyemîn sala qanûndanîna 27`mîn dewera parlemana Tirkiyê de beşdar bibû, piştî axiftina li parlemanê bi partiyên hevpeymanê xwe yanê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê ( MHP) û Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê( BBP) re hevdîtin pêk anî.
Wisa ku dihat texmînkirin û serokkomarê Tirkiyê jî raghandibû, mêhwera sereke ya vê hevdîtinê jî mîna civîna konseya ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê mesela rojhilata Firatê û êrişa seskerî ser vê navçê bû.
Li gorî nivîsa Haber7 ê, Mustefa Destîçî, serokê Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê û nunerê Enqerê li parlemana Tirkiyê li vê hevdîtinê bi piştgiriya ji êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê ji Erdogan re got: @Piştgiriya me ji êrişa eskerî ser rojhilata Firatê tam û tekûz e.@
Hêjayî gotinê ye ku serokkomarê Tirkiyê dema vegeryana ji Emerîkayê raghandibû ku ewlewiyeta me piştî vegeryana bo Tirkiyê, dê kiryara bo tivdîrên yekalî li rojhilata Firatê be.