Piştgiriya Partiya Yekitiya Mezin ji êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308865-piştgiriya_partiya_yekitiya_mezin_ji_êrişa_eskerî_ya_artêşa_tirkiyê_ser_rojhilata_firatê
Mustefa Destçî, serokê Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê û nunerê Enqerê li parlemana Tirkiyê di hevdîtina bi serokkomarê vî welatî li bara piştgiriya tam a vê partiyê ji êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê agahî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 02, 2019 12:32 Asia/Tehran
  •  Piştgiriya Partiya Yekitiya Mezin ji êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê

Mustefa Destçî, serokê Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê û nunerê Enqerê li parlemana Tirkiyê di hevdîtina bi serokkomarê vî welatî li bara piştgiriya tam a vê partiyê ji êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê agahî da.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Receb Teib Erdogan serokkomarê Tirkiyê duh li destpêka karê sêyemîn sala  qanûndanîna 27`mîn dewera parlemana Tirkiyê de beşdar bibû, piştî axiftina li parlemanê bi partiyên hevpeymanê xwe yanê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê ( MHP) û Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê( BBP) re hevdîtin pêk anî.

  Wisa ku dihat texmînkirin û serokkomarê Tirkiyê jî raghandibû, mêhwera sereke ya vê hevdîtinê jî mîna civîna konseya ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê mesela rojhilata  Firatê û êrişa seskerî ser vê navçê bû.

 Li gorî nivîsa Haber7 ê, Mustefa Destîçî, serokê Partiya Yekitiya Mezin a Tirkiyê û nunerê Enqerê li parlemana  Tirkiyê li vê hevdîtinê bi piştgiriya ji êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser rojhilata Firatê ji Erdogan re got: @Piştgiriya me ji êrişa eskerî ser rojhilata  Firatê tam û tekûz e.@

 Hêjayî gotinê ye ku serokkomarê Tirkiyê dema vegeryana ji Emerîkayê raghandibû ku  ewlewiyeta me piştî vegeryana bo Tirkiyê, dê kiryara  bo tivdîrên yekalî li rojhilata  Firatê be.