Berdevkê "Partiya Baş" a Tirkiyê: Em nikarin bêjin ku HDP heman PKK ye
Yawûz Axîr Elî Oxlû, Berdevkê Partiya Baş a Tirkiyê di axaftinekê da got: Em nikarin bêjin ku HDP heman PKK ye.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Yawûz Axîr Elî Oxlû, Berdevkê Partiya Baş a Tirkiyê (İyi Parti) di axaftinekê da tevî amajeya bi helwêstên vê partiyê derbarê îhtimala hevpeymaniya navbera CHP û HDP û pêgiriya li ser derketina ji Hevpeymaniya Milet li gorî hevpeymaniya CHP û HDP, got: HDP di hilbijartinê da şeş miliyon deng bi dest xistine. Li parlimanê ev hevok hat bikaranîn ku "HDP heman PKK ye". Min wê demê jî ragihandibû ku ev hevok hevokek nîne ku dewletê bi awayekî ciddî ew pejirandibe.
Li gorî nivîsîna rojnameya Duwarê, Berdevkê Partiya Baş a Tirkiyê got: Ez li ser vê bawerê me ku her endamekî PKK alîgirê HDP ye, lê em nikarin her endamekî HDP wek alîgirê PKK bizanin. Dewlet nikare bi xitabkirina her endamekî HDP wek PKK, vê tevgerê wek tevgereka têrorîst bizane. Ev partiyek e ku dengê şeş miliyon kesan bi dest xistiye.