HDP daxwaza guhertina qanûna terorê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308841-hdp_daxwaza_guhertina_qanûna_terorê_dike
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî daxwaza guhertina qanûna terorê li Tirkiyê dike û radigehîne, pêwîst e li dagehên Tirkiyê rêform bên destpêkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2019 14:56 Asia/Tehran
  • HDP daxwaza guhertina qanûna terorê dike

Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî daxwaza guhertina qanûna terorê li Tirkiyê dike û radigehîne, pêwîst e li dagehên Tirkiyê rêform bên destpêkirin.

Temellî li Stenbolê di kombûneka ligel hejmareke komeleyan ragihand: Divê çaksazî li dagehan bihên encamdan û destûra Tirkiyê jî bi rêkkevtina civakî bihêt sererastkirin.

Temellî herwiha got ku bi rêya yasaya terorê mafê pişkeke mezin ji hevwelatîyan hatîye xwarin û pêwîst e ew qanûna jî bihêt guhertin.

Hevserokê HDP daxwaz ji perlemantaran jî kir, ku erk û mafên xwe bizanin  û nekevin jêr bandora Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan.

Eva di demekê de ye ku îro komîteya giştî ya Parlemana Tirkiyê civîya û demsala nû ya qanûndanînê dest pê bû.

Herwiha biryar e bi destpêkirina demsala nû ya qanûndanînê li Parlimana Tirkiyê, Serokomarê vî welatî Receb Teyîb Erdogan, pişikdar bibe û pêkanîna rêforman li dadgehan jî giringtirîn mijara gotûbêja li Parlimanê ye.