HDP daxwaza guhertina qanûna terorê dike
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî daxwaza guhertina qanûna terorê li Tirkiyê dike û radigehîne, pêwîst e li dagehên Tirkiyê rêform bên destpêkirin.
Temellî li Stenbolê di kombûneka ligel hejmareke komeleyan ragihand: Divê çaksazî li dagehan bihên encamdan û destûra Tirkiyê jî bi rêkkevtina civakî bihêt sererastkirin.
Temellî herwiha got ku bi rêya yasaya terorê mafê pişkeke mezin ji hevwelatîyan hatîye xwarin û pêwîst e ew qanûna jî bihêt guhertin.
Hevserokê HDP daxwaz ji perlemantaran jî kir, ku erk û mafên xwe bizanin û nekevin jêr bandora Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan.
Eva di demekê de ye ku îro komîteya giştî ya Parlemana Tirkiyê civîya û demsala nû ya qanûndanînê dest pê bû.
Herwiha biryar e bi destpêkirina demsala nû ya qanûndanînê li Parlimana Tirkiyê, Serokomarê vî welatî Receb Teyîb Erdogan, pişikdar bibe û pêkanîna rêforman li dadgehan jî giringtirîn mijara gotûbêja li Parlimanê ye.