Tirkiye: Hewlên me dê ji bo navçeya aram zêdetir dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308824-tirkiye_hewlên_me_dê_ji_bo_navçeya_aram_zêdetir_dibin
Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê ku duh bi serokatiya serokomarê wî welatî civiya. Di civînê de biryar hate dayîn ku hewlên Tirkiyê ji bo avakirina navçeya aram ya li bakura Sûriyê zêdetir bibin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2019 08:46 Asia/Tehran
  • Tirkiye: Hewlên me dê ji bo navçeya aram zêdetir dibin

Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê ku duh bi serokatiya serokomarê wî welatî civiya. Di civînê de biryar hate dayîn ku hewlên Tirkiyê ji bo avakirina navçeya aram ya li bakura Sûriyê zêdetir bibin.

Civîna asayî ya meha Îlonê ya Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê (MGK), duh bi serokatiya Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li koşka serokomarî ya Bêştepe li Enqerê 3.5 seatan berdewam kir.

Piştî civînê danezana Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyê hat belavkirin û têde hat destnîşankirin ku hewlên Tirkiyê yên ji bo pêkanîna qaşo  “navçeya aram” li bakura Sûriyê dê hêzdartir bibin.

Tirkiye îdia dike ku dixebite bi avakirina Navçeya Aram pêşiya derbasbûna terorîstan nav axa Tirkiyê bigire û ji aliyê din ve penaberan li wir bi cih bike. Lê rastî eva ye ku hikûmeta Tirkiyê ji ber ku dijminatiya kurdan bi taybet yên Sûriyê dike, dixebite gişt destkevtên wan ji nav bibe.  Ji aliyê din ve karzan bawerin hedefa din a Tirkiyê alîkariya bo terorîstane. Çawa ku berê jî alîkariya terorîstên wek El-Qayide û DAIŞê kiriye.Hikûmeta Sûriyê çêkirina Navçeya Ewleh wek dagîrkirina axa xwe  û binpêkirina gişt qanûnên navneteweyî dizane û wê şermezar dike.

Derbarê operasyonên li dijî PKKê jî di daxuyaniya MGK hatiye  ragihand ku heta ku endamekî PKKê li herêmê bimîne dê operasyonên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bidomin.

Di beşeke din a danezanê de tê gotin ku dê çalakiyên Tirkiyê yên di mijara Rojhilatê Deryaya Sipî û yên di çarçoveya peymanên ligel bakurê Qibrisê de berdewam bin.