Tirkiye: 7 endamên PKKê li bakura Iraqê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308820-tirkiye_7_endamên_pkkê_li_bakura_iraqê_hatin_kuştin
Artêşa Tirkiyê dibêje ku di encama berdewamiya operasiyona artêşê li bakura Iraqê ku navê Operasiyona Pence lê kiriye, 7 endamên PKKê kuştine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 01, 2019 06:30 Asia/Tehran
  • Tirkiye: 7 endamên PKKê li bakura Iraqê hatin kuştin

Artêşa Tirkiyê dibêje ku di encama berdewamiya operasiyona artêşê li bakura Iraqê ku navê Operasiyona Pence lê kiriye, 7 endamên PKKê kuştine.

Ajansa Anadolu Newsê ragihand di encama operasiyona Pence duh berêvarê hêzên ewlehiya Tirkiyê li devera Zabê li Herêma Kurdistana Iraqê heft endamên PKKê kuştine.

Artêşa Tirkiyê ji 27 Gulana 2019 li bakutra Iraqê operasiyona bi navê Pence daye despêkirin ku di encama bombebarankirin û gullên hawanê û topan ser deverên Herêma Kurdistanê bi taybet gundên vê herêmê heya niha gelek ji xelkê sivîl bona qurbanî û gelek xisar li mal û pez û dewarên wan ketine.

Hîn PKKê li bara vê îdiaya Artêşa Tirkiyê ti tişt negotiye.