Erdogan: "Li rojên pêşber berûlayên din ên kuştina Xaçuqçî dê zelal bibin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308808-erdogan_li_rojên_pêşber_berûlayên_din_ên_kuştina_xaçuqçî_dê_zelal_bibin
Serokkomarê Tirkiyê got: "Kiryarên Enqerê bo zelalkirina berûlayê kuştina Cemal Xaçuqçî rojnamevanê rexnegirê siûdî li rojên bê dê bidomin. "
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 30, 2019 14:45 Asia/Tehran
  • Erdogan:

Serokkomarê Tirkiyê got: "Kiryarên Enqerê bo zelalkirina berûlayê kuştina Cemal Xaçuqçî rojnamevanê rexnegirê siûdî li rojên bê dê bidomin. "

 Li gorî rapora Anadolu Newsê, Receb Teyib Erdogan li meqaleyekê li Waşengton Postê têkildarî kuştina Cemal Xaşuqçî li konsûlxana Erebistanê teqez kir ku  ev kuştina li kêleka berûlayên însanî yên wê ji ber îstifadekirina xirab ji xala parêzêbendiya dîplomatîk dilgirankir e.

 Wî her wiha got: "Edalet li bara kuştina Xaşuqçî ji riya lidarxistina dadgehên neteweyî û navneteweyî dê cih were."

 Cemal Xaşuqçî, rojnamevanê rexnegirê siûdî 2ê Cotmeha 2018`an li konsûlxana Erebistanê li Stembolê bi awayekî kirêt ji aliyê erkdarên  şandî ji Riyazê hat kuştin.

 Li gor raporan, Muhemed Bin Selman Welîehdê Siûdî li kuştina Xaşuqçî rola rasterast hebûye.