Parêzgariya wanê nehîşt ku konsera Qagir Çat were lidarxistin
Îlon 30, 2019 11:37 Asia/Tehran
Li gorî rapora Kurd Pressê, Di dewama betalkirina konserên Kurdî ji aliyê parêzgariya Wanê va, konsera Qadir Çat ji stranbêjên Kurd ên Tirkiyê jî ji aliyê parêzgariyê va hat betalkirin.
Li gorî nivîsîna rojnameya Duwarê, Konsera Çat di halekî da ji aliyê parêzgariya Wanê va tê betalkirin ku hefteya pêş jî konserên Serhat Karakaş û Zozan Ozlep hatibûn betalkirin.
Li gorî rojnameya Evrenselê, roja bihurî jî li Batmanê hêzên polîsê Tirkiyê ketine nav kafeyeka vî bajarî û nehîştin ku Dudan ku kesê yekem ê pêşbirkên stranbêjiyê li Tirkiyê bi navê "O Ses Tirkiye" bû, bistirê.