Li Sêrt û Colemêrgê şer
Li Sêrtê di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKKê de şer derket. Li gor wezareta navxwe ya wî welatî 3 hêzên PKKê di wî şerî de canê xwe ji dest dane. Herwiha PKKê jî aşkere kiriye ku wan li Şêmzînanê wesayîteke zirxî ya leşkerên Tirkiyê kirine armanc.
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê aşkere kir ku li çoltera navçeya Hawêl ya Sêrtê operasyonek li dijî hêzên PKKê encam dane ku hatiye diyarkirin balafirên şer jî beşdarî wê operasyonê bûne.
Herwiha di dewama daxuyaniyê de hatiye gotin ku li wê deverê di navbera leşkerên Tirkiyê û hêzên PKKê de şer rû daye û hatiye ragihandin ku di encama wî şerî de 3 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.
Derbarê wî şerî de heta niha ji aliyê PKKê ve daxuyaniyek nehatiye belavkirin.
Li aliyê din Hêzên PKK, bi daxuyaniyekê ragihandiye ku hêzên wan li Colemêrgê wesayîteke zirhî ya artêşa Tirkiyê armanc girtine.
Di daxuyaniya PKKê de hatiye gotin ku hêzên wan, êvariya roja 27ê Îlonê, li ser rêya di navbera binkeyên serbazî yên artêşa Tirkiyê yên Mûseka û Mêrgê, wesayîteke zirxî armanc girtine.
Herwiha hatiye gotin ku di encama wê çalakiyê de, hemû leşkerên di nav wesayîta zirxî de hatine kuştin û hatiye destnîşankirin ku piştî wê çalakiyê, artêşa Tirkiyê operasyonek li wê deverê pêk aniye, lêbelê operasyon bêyî ku encamekê bistîne vegeriyaye.