Li Dêrsimê hevserokê HDPê tevî 5 kesên din hatin desteserkirin
Hevserokên rêxistina parêzgeha Dêrsimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Hildir Çîçek û Ozlem Topark îro di operasyonekê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.
Îro Yekşemî 29ê Îlonê û di saetên serê sibê de, li Dêrsimê, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê avêtin ser malên hevserok û endam û rêveberên HDPê ya li wê parêzgehê û çend kes desteser kirin.
Li gor zanyariyan, di operasyonê de, herdu hevserokên teşkîlata Dêrsimê ya HDPê, Hildir Çîçek û Ozlem Toprak tevî 5 kesên din hatin desteserkirin.
Hatiye ragihandin, di nava kesên desteserkirî de ji rêveberên HDPê, Yunus Aras, Cemîle Ataş, Erdal Ekîcî û endama Encûmena Şaredariya Dêrsimê ya HDPyî Nurgul Yalay, tevî hevseroka berê ya teşkîlata HDPê ya li Dêrsimê, Ozge Hoşoglu hene.
Li gor zanyariyan, hêzên polîs ên Tirkiyê bi ser mala endamê Encûmena Partiyê ya HDPê, Ferhat Yildiz de jî girtine, lê ne zelal e ku ew kes jî hatiye desteserkirin an na, lê belê di derbarê wî kesî de biryara girtinê hebûye.
Heta niha bi awayekê fermî sedema desteserkirina wan hevserok û rêveberên HDPyî nehatiye ragihandin.
Kesên desteserkirî, bo Rêveberiya Ewlehiyê ya Dêrsimê hatin şandin û heta niha nehatine berdan.