Daxwaza 15 salan hewsê bo derhênerê kurd ê Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308774-daxwaza_15_salan_hewsê_bo_derhênerê_kurd_ê_tirkiyê
Civîna hilkolandina dosiya Kazim Oz, derhênerê kurd ê dersîmî yê Tirkiyê 1 Cotmehê li dadgeha çiqa 2 a cizakirinê ya Dersimê bi tawana endametiya li komên çekdar were lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2019 13:37 Asia/Tehran
  • Daxwaza 15 salan hewsê bo derhênerê kurd ê Tirkiyê

Civîna hilkolandina dosiya Kazim Oz, derhênerê kurd ê dersîmî yê Tirkiyê 1 Cotmehê li dadgeha çiqa 2 a cizakirinê ya Dersimê bi tawana endametiya li komên çekdar were lidarxistin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, civîna hilkolandina dosiya Kazim Oz, derhênerê kurd ê Dersimê yê Tirkiyê li halekê 1 Cotmeha 2019`an li dadgeha çiqa 2 a cizakirinê ya Dersimê bê lidarxstin ku dozgeriya  Komara Tirkiyê li Amedê daxwaza 15 salan hewsê bo vî derhênerê kurd kiriye.

 Li gorî nivîsa rojnama  Evrenselê, Kazim Oz ku tevgera  Dersimê Pirtikê li 24 Mijdata 2018`an hat desterkirin û pişt re hatibû guhestin bo Amedê û bi tawana  endametiya li komên çekdar ketibû ber şopandina  dadweriyê û li cizaya ku jî wî re hatibû berçavgirtin dozgeriyê daxwaza ji heft sal û 6 mehan heta 15 salan hewsê jêre kiriye.

 Kazim Oz yek ji derhênerên herî giring û bi nav û deng ên sînemaya  Tirkiyê ye ku li karnama  xwe karên  pir serketî yên  bi navê  Bahoz, û Zêr hene.

 Kazim Oz ku li warên  navneteweyî ji festîvalên curbicure cîhanê xelatên  curbicur wergirtine li dawîn fîlma xwe yanê Zêr ji aliyê Wezareta çandê ya Tirkiyê jî piştgirî bûye.