Îmamoglu: Emê penaberên Sûrî neçar nekin
Serokê Şaredariya Bajarê mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu derbarê penaberên Sûrî û perwerdehiya zimanê Kurdî de bo Kurdistan24ê axivî û diyar kir, ew ê çavê xwe li kêşeyên penaberên Sûrî negirin û wan tawanbar nekin, wek hin kesên ku dikin û di perwerdehiya zimanê Kurdî de jî bi biryarên û çiqaz daxwaz hebe, ew dê ewqas kursan vekin.
Serokê Şaredariya Mezin ya Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, piştî beşdarî konferansa CHPê bû ya bi navê "Deriyê Ku Bo Aştişyê vedibe Li Sûriyê" derbarê rewşa penaberên Sûrî û perwerdehiya zimanê Kurdî bo Kurdistan24ê axivî. Îmamoglu diyar kir, em dizanin ku ew penaberên Sûrî ji ber şerê nav vî welatî hatine welatê me û li vir ji xwe re jiyaneke nû ava dikin. Ne tiştekî rast e ku em wan sucdar bikin. Em ê wan neçar nehêlin. Ji bo ku ew jî jiyaneke asayî bijîn em ê her cure hewlan bidin û qada navneteweyî jî tevlî meselê bikin.
Serokê Şaredariya Mezin ya Stenbolê herwiha got: "Di rojeva me de pêşî zarok û jinên penaber ên Sûrî hene.
Îmamoglu li ser perwerdehiya zimanê Kurdî jî da zanîn, ew di mijara perwerdehiya zimanê Kurdî zelal in û vê prosesê jî wê bidin dest pê kirin.
Îmamoglu wiha axivî: "Berê jî me gotibû, em di warê perwerdehiya zimanê Kurdî de zelal in. ÎSMEK jî amade ye niha û çiqas daxwaz were dê ewqas kursên perwerdehiya zimanê Kurdî bên vekirin. Lê beriya serîlêdanan wê kadroya perwerdehiyê bê amadekirin. Niha jî hevdîtinên pêkanîna qadroyên perwerdehiyê têne kirin. Piştî amade bûn jî wê ev yek bê ragihandin."