Kiliçdaroglu: Operasyonên Tirkiyê li Sûriyê rewa ne
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihand, “Ji ber polîtîkayên xelet ên Tirkiyê agirê şer li Sûriyê gurr bû” û herwiha got ku operasyonên Tirkiyê yên li Sûriyê rewa ne.
Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Stenbolê, derbarê krîz û şerê navxwe yê Sûriyê de li bajarê Stenbolê konferanseke navdewletî saz kir.
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di Konferansa Navdewletî ya Sûriyê ya ser navê ‘Deriyê ku li Sûriyê Ji Bo Aştiyê Vedibe’ de got ku pêwsît bi aştî û pêkvejiyanê heye û ragihand, “Ji ber polîtîkayên şaş ên Tirkiyê agirê li Sûriyê gurr bû.” Kiliçdaroglu diyar kir ku ew bi armanca vemirandina wî agirî, bihêzkirina ‘peywendiyên dîrokî’ yên di navbera Tirkiye û Sûriyê de û herwiha bicihkirina aştiyê, ev konferansê li dar xistiye.
Kiliçdaroglu herwiha got, “Armanca me ew e ku xwîna diherike li herêmê rawestînin û dabîn bikin ku xelkê herêmê bi hêvî li pêşeroja xwe binêre. Polîtîkaya me ya derve ya 90 salî hat perîşankirin. Di çarçova mezhebî de li Rojhilata Navîn tê nêrîn.”
Kemal Kiliçdaroglu derbarê operasyonên Tirkiyê yên li dijî kurdên Sûriyê û yên li nav Herêmên Kurdnişîn li Sûriyê jî got ku ew operasyon rewa ne û ragihand, “Tirkiye ev heyameke di armanca rêxistinên terorê de ye. Baweriya me bi rewatiya wan operasyonan li dijî terorê heye ku Tirkiye ji bo dabînkirina asayîşa xwe li Sûriyê birêve dibe.” Kiliçdaroglu herwiha got, “Lêbelê divê ev têkoşîn bi danîna peywendiyên li gel rêveberiya Şamê, bên birêvebirin.”
Serokê CHPê herwiha got ku ew hêvîdar in, destûra nû, Sûriyê bike welatekî demokratîk û got ku divê serwerî bêyî şert û merc ya xelkê Sûriyê be.