Pêşniyara 5 xalî ya serokê CHPê bo çareseriya Krîza Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308750-pêşniyara_5_xalî_ya_serokê_chpê_bo_çareseriya_krîza_sûriyê
Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Stenbolê di derbarê kêşeya Sûriye de ser navê ‘Li Sûriye Deriyê ku li Aştiyê Vedibe’ konferanseke navdewletî lidar xist. Di çarçoveya konferansê de serokê vê partiyê 5 panêl ji bo çareseriya kêşeyên Sûriyê raber kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 29, 2019 06:11 Asia/Tehran
  • Pêşniyara 5 xalî ya serokê CHPê bo çareseriya Krîza Sûriyê

Partiya Komarî ya Gel (CHP) li Stenbolê di derbarê kêşeya Sûriye de ser navê ‘Li Sûriye Deriyê ku li Aştiyê Vedibe’ konferanseke navdewletî lidar xist. Di çarçoveya konferansê de serokê vê partiyê 5 panêl ji bo çareseriya kêşeyên Sûriyê raber kirin.

Serokê CHP Kemal Kilîçdaroglu ku wek despêkirê vê konferansê axivt, bang li hikumeta Tirikye jî kir ku digel hikumeta Sûriye diyaloge bide destpêkirin.

Li Konferansa hanê ji gelek welatan pispor û akademisyanan gotar pêşkêş kirin. Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu da zanîn ku divê Enqere digel Şamê dest bi danûstandinan bike.

Kiliçdaroglu got: Ez wekî serokê partiyeke Tirkiyê ji we re diaxivim û dixwazim dostî û pêwendiya baş ya cînaretiyê di navbera Tirkiyê û Sûriyê ku sînorê herî dirêj ê bejahî yê Tirkiyê tev wî welatî ye damezire û em Sûriyê wek deriyê mezin ê Tirkiyê bo Rojhilata Navîn dizanin.

Kiliçdaroglu bi bîr xist her roj nîşanên kutabûna şêr li Sûriyê zêdetir dikevin berçavan vêca divê ji bîr nebe ku hin pirs li ber şam û Enqerê hene ku divê her du bersiva wan bidin  û ji bo pêşerojê divê ew hewldanên xwe yên bo aştiyê zêde bikin. Dilgiranî derheq Idlibê zêde ne û muhtemel e ji wir bi hezaran terorîstên El-Qayidê bikevin nav Tirkiyê û ewlehiya welatê me têk bidin, lewra em ji bo çareseriya kirîza Sûriyê 5 pêşniyaran didin.

1- Riya herî kurt ji bo aştiyê li Sûriyê pêkanîna pêwendiyê navbera Şam û Enqerê ye û pêşeroja Sûriyê bi tenê bi destê xelkê vî welatî diyar dibe.

2- Ji bo ku em di na berjiwendiyên Rûsya û Amerîkayê şeperze û sergerdan nebin divê em siyaseteke giştî ku têde yekperçetiya Sûriyê, serxwebûna siyasî û serweriya wê û pêwendiyên baş yên cînaretiyê cih bigirin, berçav bigirin.

3-Divê bi gişt aliyan re yên ku li gor qanûnên navneteweyî lîstikvanên rewa tên hesabê bi taybet bi hikûmeta Sûriyê re muzakire were kirin û riya dîplomasiyê were vekirin.

4- Gişt kiryarên li Sûriyê ku li dijî qanûnên nacvneteweyî û rewabûna cîhanî ne divê berçavan derbas bibin û werin rawestandin.

5- Piştî ku ewlehî û îstiqrar vegeriya Sûriyê divê penaber werin teşwîqkirin da ku bi dilê xwe vegerin welatê xwe.

Ji bo konferansê hemû aliyên siyasî yên li Sûriye û hikumeta wî welatî û yên li derve hatibû vexwendin. Lê ji hikumeta Sûriye ti kes beşdar nebû. Aliyên siyasî jî pir eleqe bi konferansê nedan. Tevî ku CHP bang li hemû aliyên din kiribû jî PYD û ti saziyeke din a Kurdan nehate vexwendin. Di hemû panêl û gotaran de jî polîtîkayên Tirkiye yên di derbarê mijara Sûriye de bi tundî hatin rexnekirin.