Êrîşek li ser avahiya HDP li Amedê hat kirin
Di roja 25an a kombûna çend malbatên Kurd ku bi îdiaya qaşo revandina zarên wan û birina Çiyayê Qendîlê bona endamtiya li PKK li ber avahiya navendî ya HDP rûniştine, hin kesan bi êrîşa ser avahiya HDP xwestin ku têkevin nav avahiyê.
Li gorî rapora Kurd Pressê, Di roja 25an a kombûna çend malbatên Kurd ku bi îdiaya qaşo revandina zarên wan û birina wan bor Çiyayê Qendîlê bona endamtiya li PKK li ber avahiya navendî ya HDP rûniştine, hin kesan bi êrîşa ser avahiya HDP xwestin ku têkevin nav avahiyê.
Li gorî nivîsîna rojnameya Duvarê, Li pey wê yekê ku nehîştin ev kes têkevin nav avahiya HDP, van kesan hin dirûşm dijî vê partiyê qirîyan û şûşe û derî û pencereyên avahiya navendî ya HDP işkandin.
Van kesan li pey gotinên vê dawiyê yên rêvebirên PKK ku gotine "Ev kes bi dilê xwe çûne Qendîlê û tevlî PKK bûne", êrîş birine ser avahiya HDP.