2 endamên PKK li Dêrikê hatin kuştinê
Îlon 28, 2019 06:36 Asia/Tehran
Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê ragihand ku 2 endamên PKK bi destê hêzên Artêşa wî welatî hatin kuştin..
Ligorî rapora Malpera TRT, Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê di daxûyanîyekê de ragihand ku di navbera hêzên Artêşa wî welatî û endamên PKK li devera Dêrîk ser bi Mêrdînê de pevçûn derket ku di encamê de 2 endamên PKK hatin kuştin.
Ligorî daxûyanîya Wezareta Karên Hundur a Tirkîyê opêrasyona Artêşa Tirkîyê dijî endamên PKK li Mêrdînê didome.
PKK heta vê gavê derbarê wê pevçûnê de tu daxûyanîyek nedaye.