HDP bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdoganî dide
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308700-hdp_bersiva_serokomarê_tirkiyê_recep_tayîb_erdoganî_dide
HDP bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdoganî dide û radigihîne: Hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi riya penaberên ereb demografiya deverên kurdnişîn yên Sûriyê bigûherîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2019 14:02 Asia/Tehran
  • HDP bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdoganî dide

HDP bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdoganî dide û radigihîne: Hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi riya penaberên ereb demografiya deverên kurdnişîn yên Sûriyê bigûherîn.

Li gor rapora televîzyona Kurdistan 24 ; Berdevkê partiya demokratîka gelan(HDP)yê Gunay Kubîlay nerazîbûna xwe li bara gotinên Erdogan serokkomarê Tirkiyê li civîna NY li bara pilana herêma ewle li nav axa Sûriyê nîşan da û ragihand: Hikûmeta Tirkiyê dixwaze bi pilana herêma ewle li nav axa Sûriyê hem ji pirsa penaberên Suriyê xilas bike û him jî dê demografiya deverên kurdnişîn yên Sûriyê bigûherîne.

Berdevkê HDPê got: Dema şerê Suriyê destpê kir, xelkê deverên kurdnişîn yên nav axa Sûriyê wekî penaber neçûne nav Tirkiyê lê  ji bajarên din yên Suriyeyê penaberan berê xwe dan Tirkiyeyê. Hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze van penaberên ereb niha bi darê zorê vegerîne û li bajarên kurdan yên nav axa Sûriyê yên wekî Efrînê bicih bike ku eva bi curekê derkirina nîjadî ye.

Wî got: Tirkiye dixwaze kurdan bi darê zorê ji nav malên wan li Sûriyê derxîne û penaberên ereb li wê bicih bike ku sercem  Armanca hikûmeta Tirkiyê ji van pilanan gûherandina demografiya van bajarên kurdtêda li nav axa Sûriyê ye