Hevdîtina nûnerên partiyên Opozesiyon bi desteya IMF re bû sedema hêrsbûna Erdogan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308694-hevdîtina_nûnerên_partiyên_opozesiyon_bi_desteya_imf_re_bû_sedema_hêrsbûna_erdogan
Serokomarê Tirkiyê hevdîtina nûnerên partiyên Opozesiyon bi taxima Sanuqa Dirav a Navneteweyî (IMF) re li Enqerê bi dijwarî rexne kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2019 10:25 Asia/Tehran
  • Hevdîtina nûnerên partiyên Opozesiyon bi desteya IMF re bû sedema hêrsbûna Erdogan

Serokomarê Tirkiyê hevdîtina nûnerên partiyên Opozesiyon bi taxima Sanuqa Dirav a Navneteweyî (IMF) re li Enqerê bi dijwarî rexne kir.

Rojnama "Turkiye" ya çapa Stenbolê li malpera xwe nivîsiye: Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ku bona beşdariya li rûniştina Civata Giştî ya NY çûbû New Yorka Amerîkayê duh dema vegera xwe li civîna bi nûçegihanan re îdia kir: Partiyên Opozesiyon ji bo ku ziyanê bigihînin hikûmetê, dixebitin rûyeke xirab derheq rewşa aboriya Tirkiyê bidin xuya kirin û ji bo vê armanca xwe derewan dikin.

Berdevkê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) Faik Oztrak û Nûnerê Iyi Partiyê Durmûş Yilmaz li Enqerê bi desteya şandî ya Sanuqa Dirav a Navneteweyî (IMF) re hevdîtin pêk anîn û bi wê destê re ser riyên çareseriya pirsgirêkên aborî yên Tirkiyê gotûbêj kirin.