Hevserokê HDPê: Desthilata Tirkiyê berdewamiya xwe di şer de dibîne
Îlon 27, 2019 08:45 Asia/Tehran
Hevserokê HDP dibêje, desthilata Tirkiyê berdewamiya xwe di şer de dibîne û şer jî dibe sedemê hejariya welatiyan û xerabûna welat.
Hevserokê HDP Sezaî Temelî da xuyakirin, aboriya Tirkiyê di pênc salên dawî de sedî 30 biçûk bûye û sedemê wê ya yekemîn jî, siyaseta tund û şerxwaziyê ya desthilatê ye.
Temelî herwiha da xuyakirin, xelk êdî debara xwe nikare bike, lê Serokomar li aliyekî S-400an dikire, li aliyê din bi Trump re jî, bazariya çekan dike û hewl dide mûşekên atomî dirust bike.
Temelî got, sedemê xerabiya rewşa welat, siyaseta şerxwaziyê ye. Alav û hêzên leşkerî ku li ser sînorê Sûriyê hatine komkirin û Operasyonên li ser sînorê Herêma Kurdistana Iraqê, tenê ji bo berdewamiya desthilata xwe ye û welat dixe rewşek pir xerab.