Maral Akşener: Dengên ji bo MHP diçin aliyê Elî Babacan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308684-maral_akşener_dengên_ji_bo_mhp_diçin_aliyê_elî_babacan
Seroka Iyi Partiyê, Maral Akşener bal kişande ser anketek derheq Elî Babcan û got: Li gor encama vê anketê dengên Partiya Netewperest a MHPê wê ber bi aliyê Elî Babcan herin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 27, 2019 06:18 Asia/Tehran
  • Maral Akşener: Dengên ji bo MHP diçin aliyê Elî Babacan

Seroka Iyi Partiyê, Maral Akşener bal kişande ser anketek derheq Elî Babcan û got: Li gor encama vê anketê dengên Partiya Netewperest a MHPê wê ber bi aliyê Elî Babcan herin.

Li gor ajansa Diken a Tirkiyê, Akşener bal kişand ser hewldanên Elî Babcan û Ehmed Davûdoglu bona avakirina partiyeke nû li Tirkiyê û got: Hêvîdarim ev partiyana zûka çêbibin, li siyaseta Tirkiyê cemserîxwaziyeke dijwar  pêk hatiye û pêkhatina bijareyên nû bona hilbijartinêû reng û siyasetên curbicur û cuda ji Tirkiyê re pir bi feyde ne.

Akşener got li gor anketên nû dengên Iyi Partiyê 11.1 tê texmînkirin û 10.6 heya 11.1 dengên muhtemel ji me re ne. mesala ecêb û barkêş li van anketan eva ye ku dengên MHp wê ber bi aliyê Elî Babacan herin. Dengên MHPê wê derdora sedî 4 bibe. Hin dengên me jî ber bi Davûdoglu diçin. Dengên me yên li herêmên kurdî wê ber bi Davûdoglu herin, em netewperest û demokrat û pêşverû ne.