Erdogan: Em ê kirîna neft û gazê ji Îranê berdewam bikin
Îlon 27, 2019 05:46 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkiyê diyar kir ku tevî boykotên neqanûnî yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê, wê Enqere kirîna neft û gazê ji Îranê berdewam bike.
Li gor televîziyona Al-Mayadeen a Libnanê,Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh got: Rawestandina kirîna neft û gazê ji Îranê ne pêkan e û danûstandinên ticarî di navbera Tehran-Enqerê berdewam dikin û zêdetir jî dibin.
Erdogan herwiha got: Tirkiye li ser kirîna demdirêj a gazê ji Îranê dimîne û enqere li gor hewcetî û pêwîstiyên xwe dixebite.
Tirkiye sedî 40 ji cereyana xwe ji şewitandina gaza siruştî dabîn dike û Îran yek ji wan welatan e ku vê gazê difiroşe Tirkiyê.