Misrê Misrê kardarê balyozxana Tirkiyê li Qahirê ban kir wezareta derve wezareta derve
Wezareta karên derve ya Misrê kardarê balyozxana Tirkiyê li Qahirê ban kir vê wezaretxanê û jê derheq gotinê serokomarê Tirkiyê bersiv xwest.
Kanala Televîziyona El-Hedes ragihand ku Wezareta karên derve ya Misrê kardarê balyozxana Tirkiyê li Qahirê ban kir vê wezaretxanê û nama nerizamendiya hikûmeta Misrê derheq gotinê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, da wî.
Hikûmeta Misrê di vê namê de gotinê Erdogan li Rûniştina Civata Giştî ya NY protesto kiriye û ew gotin şermezar kiriye.
Erdogan roja sê şemê li Rûniştina Civata Giştî ya NY mirina Muhemed Mursî serokomarê wêdadayî yê Misrê li civîna dadgehê wek qetila muhtemel da zanîn û ew wekî birîneke kûr û xwînawî da zanîn û xwest ku ser vê yekê lêkolîn cih werin da ku edalet cih bê.
Berdevkê wezareta derve ya Misrê Ehmed Hafiz derheq van gotinan bertek nîşan da û Erdogan wek piştgirê terorîsmê û zalim derheq netewê Tirkiyê da zanîn û got: Gotinên Erdogan li dijî Misrê ji bo vê yekê ye ku bala raya giştî ya cîhanê ji ser rewşa Tirkiyê ya navxwe bixalifîne.