Erdhejekî 5.8 Rîşterî Stenbolê hejand
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308676-erdhejekî_5.8_rîşterî_stenbolê_hejand
Bajarê herî mezin ê Tirkiyê, Stenbol saet 13:59an bi dijwariya pileya 5.8 rîşteran erdhejek çêbû û tirseke mezin kete dilê şêniyên bajêr.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2019 14:17 Asia/Tehran
  • Erdhejekî 5.8  Rîşterî Stenbolê hejand

Bajarê herî mezin ê Tirkiyê, Stenbol saet 13:59an bi dijwariya pileya 5.8 rîşteran erdhejek çêbû û tirseke mezin kete dilê şêniyên bajêr.

Li gorî AFADê dijwariya erdhejê bi pileya 5.8 rîşteran e. Çavdêrxaneya Kandillî jî erheja ku navenda wê navçeya Silivrî ya Stenbolê ye bi 5.7 rîşteran pîva.

Li gorî ragihandina Navenda Sîsmolojiya Ewropayê jî erdheja ku 5.9 rîşteran bû bajarê Stenbolê hejand.

Herwiha Navenda Sismolojî ya Ewropayê ragihand ku li Stenbolê erdhej bi dijwariya 5,9an çêbûye û li tevahiya Stenbolê hatiye hîskirin.

Erdhejê li temamê Stenbolê bandor kir û tê ragihandin ku niha operatorên telefonan naxebitin û dibistan hatine valakirin û girêdan.

Walîtiya Stenbolê piştî erdhejê bi daxuyaniyekê ragihand ku heta saet 14:20an ji hemwelatiyên Stenbolê ti agahdariyên ziyanên madî û canî nehatiye û ew tevî hemû beşên xwe rewşê ji nêzîk ve dişopînin.