Li dijî otobûsa polîsên Tirkiyê çalakî: Gelek mirî û birîndar hene
Îlon 26, 2019 11:28 Asia/Tehran
Li bajarê Tirkiyê yê Edeneyê li dijî polisên hêzên çevîk êrîş pêk hat ku di encamê de hejmareke zêde mirî û birîndar hene.
Li navçeya Yuregîrê li dijî otoubûsa ku polisên hêzên çevîk têde bûn, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di encama vê êrîşê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li taxa Selahedînê Eyyûbî ya navçeya Yuregîra Edeneyê saet di 07.20'an de li dijî otobuûsa zirxî ya ku polisên hêzên çevîk têde bûn, êrîşeke bombeyî pêk hat. Di êrîşê de xesareke mezin gihîşt servîsa zirxî. Tê gotin ku diencam êrîşê de gelek kesan jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Birîndarên vê bûyerê rakirine nexweşxanên cûda yen bajêr.