2 endamên îstixbareta Tirkiyê û 5 endamên PKK hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308664-2_endamên_îstixbareta_tirkiyê_û_5_endamên_pkk_hatin_kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê ragihand ku li herêma Xirbê Mişka ya herêma Bagok a Mêrdinê li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa Tirkiyê çalakî lidarxistine û di çalakiyê de 2 endamên îstixbareta Tirkiyê hatine kuştin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 26, 2019 10:54 Asia/Tehran
  • 2 endamên îstixbareta Tirkiyê û 5 endamên PKK hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê ragihand ku li herêma Xirbê Mişka ya herêma Bagok a Mêrdinê li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa Tirkiyê çalakî lidarxistine û di çalakiyê de 2 endamên îstixbareta Tirkiyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya PKKê têkildarî operasyona xwe li navçeya Westan a Wanê û êrîşên hewayî yên Artêşa Tirkiyê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek belav kir.

 Di vê daxuyaniyê hatiye ragihandin ku roja 21’ê Îlonê artêşa Tirkiyê li herêma Xirbê Mişka yê herêma Bagok a Mêrdînê operasyonek da destpêkirin. Heman rojê hêzên PKKê yên bi navê  YJA-Starê jî li dijî yekîneyên artêşa Tirkiyê yên derketîn operasyonê bi taktîka sabotajê çalakiyek lidar xist. Di vê çalakiyê de 2 endamên îstixbaretê ku xwestin li herêmê tevgera PKKê bişopînin hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya hanê herwiha hatiye ragihandin ku roja 13’ê Îlonê artêşa Tirkiyê li zozanên Arpet ya navçeya Westan a Wanê operasyonek da destpêkirin. Di vê operasyonê de 5 endamên PKKê jî hatin kuştin.

Herwiha roja 24’ê Îlonê navbera saet 08:40 û 09:40’an de balafirên şer ên artêşa Tirkiê herêma Werxelê ya herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên PKKê nehatiye.