HDP: Pakêta muhakimekirinê bersiva pêwîstiyan nade
Wekîlê Serokê Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç diyar kir ku rexneyên wan li ser pakêta Dezgeha Dadwerîyê heye û ew nabe bersiva pêwîstiyan.
Wekîlê Serokê Koma HDPê li Parlamentoya Tirkiyê Saruhan Oluç li navenda giştî ya HDPê civîneke rojnamevanîyê saz kir û diyar kir ku Dezgeha Dadwerîyê ya ji aliyê AKP ve hate amadekirin duh radestî partiya wan hate kirin.
Saruhan Oluç destnîşan kir ku li Tirkiyê Dezgeha Dadwerîyê bêalitiya xwe ji dest daye û bûye mekanîzmayeke pêgirtî û di nav civakê de bi awayeke berçav baweriya derheq wê dezgehê kêm bûye.
Oluç wiha axivî: “Ev pakêta Dezgeha Dadwerîyê heq nake ku mirov weke reforma Dezgeha Dadwerîyê ya demokratîk pênase bike. Ne mimkin e mirov ji bo wê pakêtê behsa reformekê bike. Serastirkirinên bibin bersiva pêwîstiyan di wê pakêtê de cih negirtine. Ne mimkin e baweriya civakê ya ji bo Dezgeha Dadwerîyê bibe. Ev pakêt ji pêwsîtiyê civakê re nabe bersiv.”
Wekîlê Serokê Koma HDPê herwiha da zanîn ku wan bi navê “Paqijiya Rê” metna stratejiya reforma Dezgeha Dadwerîyê da Wezareta Dadê ya Tirkiyê û partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl.