Dewama girtina koçberên neqanûnî li Tirkiyê
Îlon 25, 2019 12:39 Asia/Tehran
Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê 149 koçberên neqanûnî li rojavaya vî welatî girtin.
Li gorî rapora malpera TRT, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, roja çarşemiyê ev koçberên neqanûnî ku dixwestin xwe bighînin Yewnanistanê li peravên parêzêgeha Îzmîrê li rojavaya Tirkiyê girtin.
Di mehên buhurî de hêzên garda peravê ya Tirkiyê, bi sedan koçberên neqanûnî li peravêîn rojava û bakurê rojava vî welatî girtibûn ku dixwestin ji Tirkiyê xwe bighînin Ewrûpayê.
Li gor peymana di navbera Enqerê û Yekitiya Ewrûpayê li sala 2016`an divê Tirkiye pêşiya koçberiya penaberan ber bi welatên Ewrûpî bigre.
Li gor amarên fermî, hejmara koçber û penaberên ku heta niha ji riya bejahiyê an ji riya deryayê xwestine xwe bighînin Ewrûpayê li yek sala buhurî sedî 30 zêde bûye.