Pêgirîya Serokomarê Tirkîyê ser çareserkirina qeyrana Sûrîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308623-pêgirîya_serokomarê_tirkîyê_ser_çareserkirina_qeyrana_sûrîyê
Serokomarê Tirkîyê di axavtina xwe ya li Civata Giştî ya NY de got ku dema çareserkirina qeyrana Sûrîyê giheştîye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 25, 2019 05:55 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Serokomarê Tirkîyê ser çareserkirina qeyrana Sûrîyê

Serokomarê Tirkîyê di axavtina xwe ya li Civata Giştî ya NY de got ku dema çareserkirina qeyrana Sûrîyê giheştîye.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan di axavtina xwe ya di 74`emîn dewra civînên Civata Giştî ya NY de pêgirî kir ku NY nemaze Konseya Ewlehîyê ya wê sazîyê hewcedarê guhertinên bingehîn e, dîyar kir ku dema çareserkirina qeyrana Sûrîyê ku di encamê de zêde ji milyonek kesî hatine kuştinê û 12 milyon kes jî aware bûne, giheştîye.

Wî herwiha got: Divê yekperçetîya axa Sûrîyê were parastinê û Komîteya Qanûna Bingehîn a wî welatî jî karê xwe destpê bike.

Erdogan di pişkeke axavtina xwe da jî amajeyî vê yekê kir ku rêçareya dayimî li Sûrîyê bêyî têkbirina komên têrorîst nepêkan e û divê pêşîya pêla nû ya koçberîyê ji ber tişta ku li Idlibê diqewime, were girtinê.