Avahîya HDP ya li Kulpa Amedê kete ber êrişê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308618-avahîya_hdp_ya_li_kulpa_amedê_kete_ber_êrişê
Avahîya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li şarê Kulpê ser bi parêzgeha Amedê ket ber êrişê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 25, 2019 04:41 Asia/Tehran
  • Avahîya HDP ya li Kulpa Amedê kete ber êrişê

Avahîya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li şarê Kulpê ser bi parêzgeha Amedê ket ber êrişê.

Di encama êrişa ser avahîya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) li şarê Kulpê ser bi parêzgeha Amedê de 2 endamên vê partîyê birîndar bûn.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Dikenê, malbat û kesên nêzîkî gundparêzekî ku di encama teqîna bombeya ku vê dawîyê PKK li ser rêya Amed-Mûşê li şarê Kulpê danîbû da canê xwe ji dest dabû, êrişî avahîya HDP li vî şarî kirin, şûşeyên avahîyê şikandin û lênûsên wê jî dirrandin û 2 endamên vê partîyê jî birîndar kirin.

Bi dû êrişê hêzên ewlehîyê li cihê bûyerê amade bûn û 5 kesên êrişker girtin.

Şayanî gotinê ye ku bi dû teqîna bombeya ku li şarê Kulpê ku PKK berpirsîya wê da ustîyê xwe, hikûmeta Tirkîyê HDP û şaredarê ser bi wê li wî şarî weke berpirsê wê bombedanînê nasandin û bilî ku şaredarê Kulpê xiste hepsê, sergêrek danî dewsa wî.