Heskîf؛ bajarê dîrokî yê Kurdnişîn yê di bin avê de bimîne
Karên lêkirina Bendava Ilisûyê kuta dibin û şarê danzdehezar-salî yê Kurdan؛ Heskîf dê bi zûtirkê di bin avê de bimîne.
Hikûmeta Tirkîyê jibo lêkirina Bendava Ilisûyê weke yek ji projên herîmezin ên Hîdropowerê peymanek bi Kompanîya Siemens a almanî wajo kir û biryar bû ku ew proja di 7 an 8 salan da kuta bibe ku avakirina wê di sala 2000`ê de destpê bû lê di destpêka sala 2018`an de kuta bû.
Niştecihên Heskîfê nerazîbûna xwe himberî lêkirina wê bendavê nîşan dan û heta Hevserokên Şaredarîya Heskîfê li işkevtên derdora bendavê dest bi grevê kirin û gellek hewil dan ku pêşî li avakirina wê bendavê û komkirina avê li pişt wê bendavê were sekinandinê lê, hikûmetê karê xwe kir.
Niştecihên Heskîfê û deverên derdorê digel alîyên ewrûpî yên piştgirê wî şarî di sala 2002`yan de serketineke mezin bi dest xistin û karîn karê Kompanîya Bilfor a ingilîsî û çend kompanîyên din ên ewrûpî li wê projê bidin sekinandinê.
Kîjan xêr û sûd rê didin ku bendava Ilisûyê were avakirinê?
1- Erka sereke ya Bendava Ilisûyê berhemanîna ceryanê ye. Ji ber ku li Tirkîyê kêmasîya karebayê li vî welatî di asteke gellekî bilind da ye. Karebaya ku tê berhemanînê anegorî bikaranîna giştî, gellek kêm û lawaz e.
2- Jibo avdana baştir a zevîyên herêmê. Lê xêr û qazanca avdanê yê rasterast bigihêje xwedanên zevî û milkên berfire û mezin ne cotkar û rezdarên biçûk û hejar ên nêzîkî çemê Dicleyê ku her tiştê xwe ji dest didin.
Avakirina Bendava Ilisûyê çend kêşe û pirsgirêkan jî saz dike:
1- Şarê kevnar ê Heskîfê û gund û deverên derdorê yê di bin avê de bimînin. 78 hezar kes ji xelkê Heskîfê ku pirranîya wan Kurd in yê ji wir bên koçberkirin û bera wan bidin çarenûseke ne dîyar. Di halekî da ku xelkê wê herêmê bi hezaran sal e ku bo rizgarbûn û dewama jîyana xwe pişta xwe kutane ava çemê Dicleyê.
2- Çend bajar û gundên kevnare û berhem û şûnewarên dîrokî yê di bin avê de bimînin.
3- Emrê bendavê yê 50 heta 70 sal be, lê jîyana çend hezar kesan dixe xeterê. Bilî ku jîngeha bedew û çend şûnewaran tam kavil û wêran dike.
4- Kontrolkirina ava Bendava Heskîfê dê bibe sedema gêreyê di navbera dewleta Tirkîyê û welatên binperrê Çemê Dicleyê yên cînar ên weke Iraq û Sûrîyê de.