Dadgehê cezaya 3 parlementerên HDPê pesend kir
Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya sê parlementerên HDPê pesend kir.
Ji Parlementerên HDPê Pero Dûndar û Musa Farisoglullari re ji ber dosîya têkildarî KCK 9 sal û ji bo Leyla Gûvenê jî 6 sal û 3 meh cezaya zîndanê hatibû dayîn.
Dadgeha Bilind a Tirkiyê cezaya her sê parlementeran pesend kir, lê cezaya 18 salan a ji bo Parlementerê Wanê Tayîp Temel hatibû dayîn red kir.
Dadgehê herwiha ji nava 154 siyasetnedaran, cezaya 118 kesan jî pesend kir û ya 36 kesan jî red kir. Cezaya 21 sal zîndanê ya Hevserokê berê yê DBPê Kamûran Yuksek jî hate pesendkirin.
Doza KCKê di sala 2009an de piştî hilbijartinên herêmî destpê kiribû û di çarçova wê de189 siyasetmedar, rewşenbîr û çalakvan hatibûn mehkemekirinê û cezaya zîndanê ya 109 sal û 10 meh û 22 rojan bo wan hatibû kivşkirinê.