Şêwirmendê Erdogan mercê danûstandina bi HSDê re diyar kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308595-Şêwirmendê_erdogan_mercê_danûstandina_bi_hsdê_re_diyar_kir
Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ew danûstandinê bi HSDê re nakin, heta ku HSD ji navçeyên sînorî venekişe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2019 12:04 Asia/Tehran
  • Şêwirmendê Erdogan mercê danûstandina bi HSDê re diyar kir

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê radigihîne, ew danûstandinê bi HSDê re nakin, heta ku HSD ji navçeyên sînorî venekişe.

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Yasin Aktay ji ajansa “Sputnik” a Rûsî re ragihand, Amerîkayê gelek pere li ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) xerc kirine, ji ber vê jî Amerîka desta ji wan nakêşe.

Aktay diyar kir, welatên Ewropayê dixwazin danûstandin di navbera Tirkiyê û HSDê de destpê bike, lê Tirkiye qebûl nake danûstandinên rasterast bi HSDê re bike.

Wî herwiha tekez kir, Tirkiye naxwaze dewleteke netewî li rojhilatê Firatê bê avakirin, ji ber ku Tirkiye dixwaze HSD dest ji çekên xwe berde û hêzên xwe hilweşîne.

Şêwirmendê Serokomarê Tirkiyê herwiha got ku divê HSDê li herêma ewle nemîne û heger Amerîka dixwaze wan biparêze, divê HSD li navçeyên sînorî nemîne, wê demê Tirkiye ji her danûstandinekê re amade ye.