Leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê bi hev re derbasî Girê Sipî bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308594-leşkerên_tirkiyê_û_amerîkayê_bi_hev_re_derbasî_girê_sipî_bûn
Duyemîn gereçavdêrîya bejayî ya hevbeş a hêzên Amerîka û Tirkiyê li ser sînorê bajarê Girê Spî li bakura Sûrîyê dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2019 12:00 Asia/Tehran
  • Leşkerên Tirkiyê û Amerîkayê bi hev re derbasî Girê Sipî bûn

Duyemîn gereçavdêrîya bejayî ya hevbeş a hêzên Amerîka û Tirkiyê li ser sînorê bajarê Girê Spî li bakura Sûrîyê dest pê kir.

Di çarçoveya avakirina navçeya aram de,îro Sêşemî 24ê Îlonê ji bo cara duyem hêzên Amerîka û Tirkiyê gereçavdêrîya bejayî pêk anîn.

Li gorî raporan, Îro 4 otomobîlên zêrêhpûş ên hêzên Tirkiyê li 15 kîlometriya navçeya Akçakale ya ser bi Rihayê ve derbasî bakura Sûrîyê bûn û tevlî karwanê hêzên Amerîkayê li rojhilatê bajarê Girê Spî bûn.

Hêzên hevbeş ên herdu welatan, piştre gereçavdêrîya bejayî ya duyem li wir dest pê kirin.

Beriya niha hêzên Amerîka û Tirkiyê roja 8ê Îlonê bo cara yekê gerreçavdêrîya bejayî li bakura Sûrîyê pêk anîbûn.

Herwiha herdu welatan, ji dema rêkeftina li ser pêkanîna navçeya aram ve heta niha, 6 caran gerreçavdêrîyên hevbeş encam dane.