Şarê danzdehezar-salî yê Kurdan dê bi zûtirkê di bin avê de bimîne
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i308593-Şarê_danzdehezar_salî_yê_kurdan_dê_bi_zûtirkê_di_bin_avê_de_bimîne
Komkirina avê li Bendava Ilisûyê ku ser çemê Dicleyê hatîye avakirinê destpê bûye û bi vî awayî şarê Kursdnişîn ê kevnare Heskîf dê berebere di bin avê de bimîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2019 11:46 Asia/Tehran
  • Şarê danzdehezar-salî yê Kurdan dê bi zûtirkê di bin avê de bimîne

Komkirina avê li Bendava Ilisûyê ku ser çemê Dicleyê hatîye avakirinê destpê bûye û bi vî awayî şarê Kursdnişîn ê kevnare Heskîf dê berebere di bin avê de bimîne.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Şarê Heskîfê li perravê çemê Dicelyê li parêzgeha Mêrdînê ku tê gotin kevnarîya wê dizvire 12 hezar salan û weke şarişkevtê bi destê mirovan avakirî tê naskirinê, bi zimhêrkirina avê li Bendava Ilisûyê yê berebere nuqumî binê avê bibe.

Hekîfê gellek şûnwarên dîrokî hene ku hikûmeta Tirkîyê hejmarek ji wan bi gumana xwe ku zêdetir girîng in, veguhestine cihên nû.

Tê gotin ku zêde ji 300 şûnewar û berhemên dîrokî û kevnare û zêde ji 200 işkevtên ku mirovan vedane ku hela jî gel di hinek ji wan de dijî, yê di bin ava Bendava Ilisûyê de bimînin. Lê rexneker ser vê bawerê ne ku şûnewar û berhemên dîrokî yên wî şarê ne yên hejmartinê ne û nijyara kevin a wî şarî kevnare ye û ji hêla dîrokî ve biqîmet e.

Niştecihên Heskîfê terka vî şarî dane û li cihê ku jibo wan hatîye berçavgirtinê niştecî bûne. Gellek ji wan jî koçberî şar û parêzgehên din ên Tirkîyê bûne.